Site icon İnternet Haberler Köşe Yazıları Yorumlar Siyaset Ekonomi Spor

Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket


NAVENDA NÛÇEYAN – Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok ê gelek pirtûkên weke helbest û roman nivîsandine ya bi navê “Mezopotamya” derket. 

 

Pirtûkeke nû ya helbestê ya kurdî li wêjeya kurdî zêde bû. Pirtûka helbestê ya bi navê “Mezopotamya” ya nivîskarê girtî Mahîr Bagok ji aliyê Weşanxaneya Na’yê ve hat çapkirin. Pirtûka ku ji 99 rûpelan pêk tê, di girtîgehê de hatiye nivîsandin. Mahîr Bagok ji bilî pirtûka helbestê ya “Mezopotamyayê” 11 pirtûkên weke helbest, roman û kurteçîrok nivîsandine.

 

Yek ji helbesta bi navê “Dîroka Lihevhatî” ku di pirtûkê de cih digire wiha ye: 

 

“min hilda 

dawa werzên dîroka qeşeng û lihevhatî 

li wir hewand payiza xwe

di havîna tenê wê yê razên sincirî de 

tebitî bagera hinavê min dilerizî 

şikand xurîniya bengînên min ên çilek

bi wê henaseya xwe ya bextewer

di tebîetê xwe yê guherbar de

ezimandibûm di xwezaya hebandinê de wê zivistana sar

dilnerm

dilgerm

dilniwaz…”

 

Mahîr Bagok kî ye ?

 

Mahîr Bagok di sala 1981’ê de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik dibe. Bi qasî 6 salan li çiyayên Kurdistanê şervanî kiriye. Nêzîkî neh salan e di girtîgehê de ye. Bagok, niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Manîsayê tê ragirtin.  

Berhemên wî:

 

*Deriyê Sibehê (Helbest)- Weşanxaneya Lîsê-2011

 

*Pênc Kulîlkên Zivistanê (Kurteçîrok) – Weşanxaneya Lîsê- 2012

 

*Dewsa Ramûsanên Brûskan (Kurteçîrok) – Weşanxaneya Lîsê- 2014

 

*Kefiyên Cihêreng (Roman)-Weşanxaneya Lîsê- 2016

 

*Sîya Nepenê (Roman)-Weşanxaneya Nayê-2015

 

*Bêrîrehê (Helbest)-Weşanên Ava-2017

 

*Nîgarên Hebûna Xewnerojkan (Helbest)- Weşanên Ava 

 

*Dilsîda (Helbest)-Weşanên Ava-2020

 

*Henasa Jiyanê (Roman)-Weşanxaneya Nayê-2022

 

*Çavqirpandina Bêriyê (Novela)-Weşanxaneya Nayê-2023

 

*Tûrikê Bûnewer (Roman)-Weşxaneya Nayê-2023

 

*Mezopotamya (Helbest)-Weşanxaneya Nayê-2024

 

Kaynak: Mezopotamya Ajansı.
***Mutluluk, adalet, özgürlük, hukuk, insanlık ve sevgi paylaştıkça artar***

Exit mobile version